• Monday, 09 February 2026
logo

Qaanî daxwaz ji Bexdayê kir ku "daxwazên Îranê" bixe karnameya lûtkeya Erebî

Qaanî daxwaz ji Bexdayê kir ku

Çavkaniyek agahdar got ku serdana Fermandarê Hêza Qudsê ya Îranî Îsmaîl Qaanî bo Bexdayê çend mijar di nav xwe de digirt, ya herî girîng jî xwasteka welatê wî ya piştgiriya welatên Erebî ji bo rakirina cezayan û pêşkêşkirina daxwazên xwe di rojeva fermî ya lûtkeya Erebî de ku dê di rojên pêş de were lidarxistin.

Heman çavkaniyê ji Şefaq News re got, "Yek ji mijarên girîng ku Qaanî bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî re nîqaş kir, mijara ewlehiya sînorê hevbeş ê di navbera her du welatan de bû, bi taybetî mekanîzmaya bicîhanîna bendên peymana ewlehiyê ya sala 2023an di navbera Bexda û Tehranê de pêkhatibû ye."

Heman çavkaniyê got, "Qaanî dê bi Bexdayê re li ser danûstandinên Îran-Amerîkayê nîqaş bike û bi rêberên Çarçoveya Hemahengiyê re hevdîtinan bike, ku dibe ku ew yek bi yek jî bi wan re bicivin da ku wan li ser hemî hûrgulî û agahdariyên li ser pêşveçûna danûstandinên di navbera welatê wî û Dewletên Yekbûyî de agahdar bikin."

Herwaha got: "Îran ji bo rakirina dorpêçan û ber bi rêkeftineke atomî ya bileztir ve biçe piştgiriya Ereban dixwaze, her wiha ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê garantiyên rastîn dixwaze ku rêkeftin dê derbasdar bimîne, nemaze ji ber ku lihevkirineke Ereban heye ku bernameya atomî ya Îranê bi dawî bibe û welatên erebî naxwazin ti aloziyek li navçeyê de hebe."

Heman çavkaniyê ragehand: "Îranê pêşniyar kiriye ku daxwazên xwe bixe karnameya fermî ya lûtkeya Bexdayê,û amaje bi wê yekê jî kir ku, Îran hewl dide hevbeşiya ewlehî, aborî û siyasî li gel Iraqê çalak bike û serdana Qaanî bo Bexdayê beşek ji hewldanên Tehranê ye ji bo gihandina van peyaman ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re.

Fermandarê Hêza Quds a ser bi Sipaha Pasdarên Îranê  Îsmaîl Qaanî îro Çarşemê ji bo serdaneke fermî gihîşt Bexdayê. Li gel Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim El-Erecî civiya. Li gorî daxuyaniya fermî, her du aliyan li ser rêbazên pêşxistina têkiliyên Iraq-Îranê, hewldanên hevbeş ji bo ewlehiya sînor û qonaxên bicîhanîna bendên peymana ewlehiyê ya di navbera her du welatan de axivîn. Her wiha wan girîngiya serkeftina danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de, û her wiha pabendbûna hemû aliyan bi diyalog û nermkirinê ji bo bidestxistina aramiya mayînde li herêmê tekez kirin.

Biryar e ku Iraq roja Şemîya bê mazûvanîya lûtkeya Erebî bike, bi amadebûna şandeyên Erebî.

 

Basnews

Top