• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê herî hejar li cîhanê koça dawî kir

Serokê herî hejar li cîhanê koça dawî kir

Serokê berê yê Uruguayê Xosê Muxîka ku demekê bi navê “serokê herî hejar ê cîhanê” dihat naskirin, di 89 saliya xwe de koça dawî kir. Muxîka ji ber şêwaza jiyana xwe ya sade û felsefeya xwe ya xweser, li seranserê cîhanê kesayetiyekî rêzdar bû.

Serokê niha yê Uruguayê Yamandu Orsî, li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” koça dawî ya Muxîka ragihand û ew wek “serok, çalakvan, rahêner û rêber” bi nav kir.

Muxîka, ku têkoşerekî Marksîst û kulîlkfiroşê berê bû, ji bihara sala 2024’an û vir ve ji ber nexweşiya penceşêra gewrî dihate dermankirin. Tevî ku ev dermankirin ew lawaz kiribû û di xwarinê de zehmetî dikişand, Muxîka di payîza 2024’an de dîsa li qada siyasî derketibû pêş û piştgirî dabû tifaqa xwe ya çepgir di hilbijartinên neteweyî de, ku di encamê de namzedê wî yê pesendkirî, Orsî, gihîştibû posta serokomariyê.

Li gorî daxuyaniyên bijîşkan, di Îlona 2024’an de hatibû ragihandin ku “tedawiya tîrêjê bi serkeftî beşek mezin ji werimê tune kiriye.” Lêbelê, di Çileya 2025’an de, bijîşkên Muxîka ragihandin, penceşêra gewriyê vegeriyaye û xwe gihandiye kezeba wî.

Di hevpeyvînekê de ligel kovara hefteyî “Busqueda”, Muxîka gotibû: “Bi rastî, ez ê bimirim. Mafê şervanekî heye ku bêhna xwe vede.”

Xosê Muxîka bi jiyana xwe ya nefsbiçûk û helwestên xwe yên mirovane di siyaseta cîhanê de cihê xwe girtibû û dê her tim wek sembola serokatiyeke xelkî û dûrî luksê were bibîranîn.

 

Basnews

Top