• Monday, 09 February 2026
logo

Kadroyekî berê yê PKKê Luqman Kadak: Çekdanîna PKKê ji bo hemû Kurdan dê bi sûd be

Kadroyekî berê yê PKKê Luqman Kadak: Çekdanîna PKKê ji bo hemû Kurdan dê bi sûd be

Kadroyekî berê yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibêje ku biryara çekberdana PKKê dê sûdê bide hemû Kurdan û PKKê di demên berê de li dijî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê roleke xirab lîstiye.

Kadroyê berê yê PKKê yê navdar ku niha li Ewrupayê dijî Luqman Kadak, ji BasNewsê re got ku çek danîna PKKê li Herêma Kurdistanê yan jî li her deverek din a Kurdistanê ji bo hemû Kurdan baş e, ji ber ku PKK beşek ji ajandaya herêmî bû.

Herwaha got: "Çek danîna PKKê ji ber çend sedeman ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng e. Ya yekem, PKK di demên berê de ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêkek mezin bû û sedem bû ji bo vala kirina bi sedan gundên li sînor. Ya duyem PKK li wan navçeyên ku lê ye û sînorekî berfireh xistiye bin desthilata xwe. Navçeyên pir stratejîk û giring ji bo Herêma Kurdistanê dest wê de bûn, ku dikare piştî vala kirina wan navçeyan a ji aliyê PKKê ve, çandinî û bendavên mezin lê bên çêkirin û bibin navçeyên geştyariyê yên mezin, ku ew jî dê ji gelek aliyan ve sûda wê bo xelkê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe.’’

Ev kadroyê berê yê PKKê bawer dike ku nebûna PKKê li Herêma Kurdistanê dê dawî li hebûna Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û topbaran û êrîşên li ser herêmê bîne, ku ev yek ji bo aramiya Herêma Kurdistanê pir girîng e. û got: ‘’Tirkiyê PKK kiribû bahane bo êrîşkirina ser navçeyên Herêma Kurdistanê. Dibe ji ber hebûna PKKê, Tirkiyê xeyalên mezin heban bo hatina zêdetir bo nav axa Herêma Kurdistan û Iraqê, li navçeyên Nînowayê. Lê naha eger PKK nemîne, ew metirsî jî li ser Herêma Kurdistanê namîne.’’

 

Basnews

Top