• Monday, 09 February 2026
logo

Bi serpereştiya Mesrûr Barzanî Civata Wezîran derbarê elektrîka 24 demjimêrî de dicive

Bi serpereştiya Mesrûr Barzanî Civata Wezîran derbarê elektrîka 24 demjimêrî de dicive

 Bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî ya heftane pêktîne û du mijar dê bên gotûbêj kirin.

Îro 14.05.2025ê bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û du mijar dê bên gotûbêj kirin. Di beşa yekem de reşnivîsa biryara Civata Wezîran a derbarê projeya Ronakî ya dabînkirin û bidestanîna xizmetên elektrîka 24 demjimêrî bo hevbeşên torên elektrîkê bi awayekî berfireh û berdewam û rêgirtin li îsraf û hevsengiya dabeşkirinê, parastina jînge û tenduristiya giştî dê bên gotûbêj kirin.

Mijara duyem a civînê jî erkdariyên wezaretan û aliyên ku bi wezaretan ve nehatine girêdan, ji aliyê Civata Wezîran ve ji bo hemahengî û alîkariya desteya hevbeş hûrbîniya herdu dîwanên çavdêriya darayî ya federal û Herêma Kurdistanê, ku naha mijûlê amadekirina reşnivîsa raporta hevbeşin, li ser hûrbîniya darayî ya Herêma Kurdistanê dê gotûbêj bên kirin.

Top