Amerîka bi qasî 142 mîlyar dolar çek difroşe Siûdiyê
Bi geheştina Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Erebistana Siûdî û piştî pêşwazî kirin û civîna wî ya li gel prens Mihemedê kurê Selman Cihnîşînê Siûdiyê, îro sêşemê mezintirîn peymana çekan a dîrokê di navbera her du welatan de hat îmzekirin.
Li gorî rêkeftinê, Erebistana Siûdî dê di çarçoveya rêkeftineke stratejîk a di navbera her du welatan de, bi bihayê 142 milyar dolarî çekan ji Amerîkayê bikire.
