Trump: Serdanên min ên bo Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê dê dîrokî be
Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana xwe ya bo Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê wekî dîrokî bi nav kir. Ev jî di civîneke rojanmevaniyê de hat diyar kirin.
Di heman demê de Siûdî, bi serokatiya prensê cih nişînê Muhammed bin Selman, di civîna xwe ya dawî de pêşwazî li serdana fermî ya Donald Trump bo wî welatî kir.
Balafireke serokatiya Amerîkayê biryar e roja sêşemê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê dakeve ku Donald Trump dê têde be û bigehêje wî welatî.
Biryar e ku Trump serdana Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê bike da ku çend rêkeftinên girîng û dîrokî di warên cûda de bên kirin.
Basnews
