Tê daxwaz kirin ku Pêşmerge cihê hêzên PKKê li Qendîl û Şingalê bigre
PKKê biryara hilweşandinê ya rêxistinên xwe û bidawîanîna bi xebatên çekdarî da, parlamenterek û kadroyekî berê yê wê partiyê jî daxwaz dikin ku Pêşmerge biçe wan cihên ku heta niha PKK lê bi cîh kirî bû.
Îro 12.05.2025, Partiya Karkerên Kurdistanê PKK bi fermî hilweşandina xwe û bidawî anîna hemû çalakiyên ku bi navê PKKê dihatin kirin û çekdanîna xwe ragehand, ev yek jî bûye sedema reaksiyonên cûda.
Di vê derbarê de Mehmûdê Reş kadroyê berê yê PKKê ji BasNewsê re ragehand: “Herçend ku PKKê îro bi fermî xwe hilweşand û çek danî, lê hîn lîstok maye, ji ber ku tê payîn ku beşek ji cihên Qendîlê ji Pêşmerge re bê dayîn û beşek jî ji bo PJAK ku ew jî heman siyaset û bernameya wê ya Qendîlê heye. Ji ber wê jî eger PJAK li cihên PKKê bi cîh bibe li Qendîlê, dê heman rewş dubare bibe. Ji ber wê hilweşandina PKKê bêy hilweşandina wan Grûpên ser bi wê partiyê ti encameke wê nabe.”
Herwaha dibêje, “Li Rojavayê Kurdistanê ewa ku fermanê dide hêzên leşkerî PYD ye ku ser bi PKKê ye. Herwaha li Şingalê hêza YBŞê heye, ji ber wê jî başe dê çi li wan rêxistinan bê?”
Herwaha tekezî li wê jî kir ku li ser danîna çek astengî heye, PKK naxwaze çek radestî Tirkiyê bike, dixwaze çekan bi rêya mekanîzmayekê bide aliyekî sêyemîn, ku ev yek jî xala nakokiyê ye.
Ji aliyê xwe ve endamê lijna asayîşa û berevaniya parlamentoya Iraqê Segvan Sindî ji BasNewsê re got: “Tevahiya navçeyên çolkirî yên PKKê li Qendîl û Şingalê, piştî ku ew çekên xwe radest bikin, divê ew hemû navçeyên ku sînorên Kurdistanê ne ji bo Pêşmerge bimîne, divê hêzên Pêşmerge vegerin wir û ewlehiya wan deveran dê di destê Pêşmerge de be.”
Herwaha aşkera dike, “Di zûtirîn dem de, xizmetguzarî, refah û rêveberiya hikûmetê dê li van deveran bicîh bibin. Gelê van deveran êdî ne bindest in, bêtirs in û ewlehiya wan dê were parastin.”
Basnews
