• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: . Em hêvîdar in ew pirose bigehe encameke baş û di berjewendî û xêra deverê û hemî aliyan de be

Serok Barzanî: . Em hêvîdar in ew pirose bigehe encameke baş û di berjewendî û xêra deverê û hemî aliyan de be

Serok Barzanî di peyamekê de radigehîne, “Cihê dilxweşiyê ye ku di piroseya çareseriya aştiyane de li Tirkiyê, hemî aliyan helwestên baş hebûn.”

Baregayê Barzanî îro 12.05.2025 peyama Serok Barzanî li ser xwehelweşandina PKKê ragehand ku tê de hatiye, “Cihê dilxweşiyê ye ku di piroseya çareseriya aştiyane de li Tirkiyê, hemî aliyan helwestên baş hebûn û pêngavên erênî bi arasteya çareseriya aştiyane hatin avêtin.”

Serok Barzanî di peyama xwe de amaje jî daye, “PKKê kongreya xwe li dar xist û hejmareke biryaran derxist. Em hêvîdar in ew pirose bigehe encameke baş û di berjewendî û xêra deverê û hemî aliyan de be.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez jî kiriye, “Em bi hemî rengan piştevaniya serkeftina wê piroseyê dikin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro (Duşem, 12.05.2025) di ragehandinekê de encamê kongireya xwe ya 12ê ragehand, ku di navbera 5 heta 7ê vê mehê de li jêr ronahiya banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdula Ocalan hat lidarxistin.

PKKê di ragehandina xwe de amaje jî daye, “Xebata PKKê siyaseta înkar û wêrankirinê ya li dijî gelê me nehêlaye, pirsa Kurdan bi rêya siyaseta demokrasî gehandiye xala çarekirinê û ji vî alî ve  PKKê erkê xwe yê dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê, Kongireya 12ê ya PKKê bi merema bicihanîn û birêvebirina piroseya kiryarkî li jêr serkirdetiya Rêber Apo (Ebdula Ocalan), biryara helweşandina heykelê rêkxistinî yê PKKê û bidawîanîna awayê xebata çekdariyê da, herwesa ew çalakî jî bidawî anîn ên ku bi navê PKKê tên kirin.”

PKKê ragehand: “Kongireya me tevî berdewamiya şerî û êrîşên asmanî û bejahî yên berdewam di şert û mercên dijwar de bi awayekî biserkeftî bi rê ve çû. Ew kongire ji ber sedema ewlehiyê di yek demê de li dû deverên cuda hat lidarxistin. Bi tevahî jî, 232 nûner tevlî wê bû.”

Herwesa biryar e Hikûmeta Tirkiyê jî her îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive û di wê civînê de, danûstandinan li ser piroseya aştiyê û qonaxa piştî Kongireya 12ê ya PKKê bike.

 

Basnews

Top