Serokê Hikûmetê dê kargeha çîmentoyê û santrala elektrîkê ya Dabîn vedike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê kargehek çîmentoyê û santrala elektrîkê ya Dabîn dê veke, ku du sal berê kevirê bingehîn ê wan danîbû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kargehek çîmentoyê û santrala elektrîkê vekir.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) Mesrûr Barzanî îro 12.05.2025ê kargehek çîmentoyê û santralek elektrîkê dê weke, ku ew yek ji du projeyên girîng ên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.
Di 22ê Hezîrana 2023an de, Serokwezîr kevirê bingehîn ê kargeha çîmentoyê û santrala elektrîkê 'Dabîn' li quntarên çiyayê Sefîn li parêzgeha Hewlêrê danî bû.
Projeya kargeha çîmentoyê û santrala elektrîkê ya Dabin li ser 212 donim erdê ji hêla Şîrketa PowerChain ve bi pîvanên cîhanî hate çêkirin.
Kargeha çîmentoyê ji xeta hilberîna çîmentoyê pêk tê ku kapasîteya wê 6,000 klîkker e, ku ev jî tê wê wateyê rojane 6,300 ton çîmento dike.
Her wiha santraleke elektrîkê ya bi kapasîteya 52 MW jî di nav de ye.
Kevirê ku çîmento jê tê hilberandin, ku wekî kevirê kilsinî tê zanîn, bi qasî kîlometreyekê dûrî cihê kargehê ye û rezervên wê yên îsbatkirî bi qasî 150 milyon ton in, ev yek misoger dike ku kargeh dikare 50 salan bixebite û di saetekê de 1400 ton kevir dişkîne.
Her wiha kargeh çar sîloyên çîmentoyê yên bi qûtra 18 metre û bilindahiya 56 metre hene. Her sîloyek xwedî kapasîteya 10,000 ton çîmento ye.
Basnews
