Serokê Hikûmetê bi boneya salvegera damezrandina Bingehê Laleşê peyamek belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12.05.2025ê bi boneya 32yemîn salvegera damezrandina Bingehê Laleşê yê Rewşenbîrî û Civakî peyamek belav kir û ragehand: ‘’Bingehê Laleşê xizmetekî berçav a çandî û hunera resen a kurdî û kevneşopiyên civaka Êzidî kiriye.’’
Daxuyaniya Serokê Hikûmetê waha ye:
Di salvegera 32yemîn a damezrandina Bingehê Laleşê yê Rewşenbîrî û Civakî, li serok û endamên desteya bilind û hemû xwîşk û birayên Êzidî pîroz dikim û hêviya pêşkeftin û berdewambûnê ji bo we dixwazim.
Bingehê Laleşê xizmetekî berçav a çand û hunera resen a kurdî û kevneşopiyên civaka Êzidî kiriye û roleke giring di heskirina biratiyê û pêkvejiyana di nav pêkhateyên Kurdistanê de heye.
Damezrandina Bingehê Laleşê pîroz be û her serkeftî bin
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
12.05.2025
Basnews
