Sûdanî ji leşkerên Iraqî yên li Pakistanê dixwaze bi lez vegerin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê daxwazê ji serbazên Iraqê yên meşqpêkirî li Pakistanê dike ku vegerin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxwazek arasteyî serbazên koma wan Îraqî yên ku li Pakistanê meşq û rahênan pê hatine kir kir ku, bi zûtirîn dem vegerin Îraqê.
Hejmara wan Iraqiyên ku li Pakistanê meşq û rahênanan dikin 500 efser û piledar e, yên Fewca Duyê ya Lîwaya 66ê ya Firqeya Hêzên Taybet a Duyê in, ku niha li gorî peymaneke meşq û rahênanên pêşwext li Pakistanê meşq û rahênan pê tên kirin.
Ev biryara Serokwezîrê Iraqê ji ber şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de ye, ji bo k uku ji silametiya wan Îraqiyan piştrast bin. Wezareta Bergiriyê ya Îraqê jî rêkarên pêdivî ji bo vegeriyana wan dane ber xwe.
Rudaw
