32 balafirgeh li Hindîstanê hatin daxistin û 5 kesên din hatin kuştin
Roja şemiyê artêşa Hindîstanê daxuyaniyek bela kiriye û radigehîne, ku di êrîşeke Pakistanê ya li ser Hindîstanê de, 5 kes hatine kuştin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye aşkera kirin, piştî êrîşa Pakistanê, topxaneyên Hindîstanê çend cîhên leşkerî yên Pakistanê bombebaran kirine.
Herwaha hatiye ragehandin, ku Pakistan hewla binpêkirin û serweriya welatê Hindistanê dide û jiyana xelkê sivîl xisyiye nav metirsiyê de.
Di dirêjahiya daxuyaniyê de artêşa Hindîstanê ew jî aşkera kiriye ku çendîn dronên Pakistanê di esmanê bajarê Amrîtsar xistine xwarê.
Wezareta balafirvaniya Hindîstanê jî ragehandiye ku 32 balafirgeh ji ber sedema şer û pevçûnan li Hindistanê daxistiye.
Aloziyên di navbera her du welatên cîran ên xwedî çekên atomî de, meha borî li Keşmîra ku ji aliyê Hindistanê ve tê rêvebirin, piştî êrîşeke çekdarî ya li ser geştiyaran, derket holê. Hindistanê, Pakistan bi piştgiriya wê tawanbar kir, lê Îslamabadê ev îdia red kir.
Basnews
