Brîtanyayê qaçaxçiyekî Kurd radestî Belçîkayê kir
Ajansa Rûbirûbûna Sûcan a Brîtanyayê ragihand ku wan qaçaxçiyekî Kurd dersînorî Belçîkayê kiriye.
Ajansê di malpera xwe de eşkere kir ku navê kesê ku hatiye dersînorkirin Erbîl Celîl Qadir e û 25 salî ye.
Erbîl Celîl Qadir Tîrmeha 2024an piştî ku ji aliyê polîsên Belçîkayê ve fermana desteserkirina wî hat dayîn li bajarê Peterboroughê ya Îngilistanê hatibû desteserkirin.
Ajansa Rûbirûbûna Sûcan a Brîtanyayê amaje pê kir ku Erbîl Celîl Qadir bi hewldana veguhastina du komên koçberên neyasayî ji Belçîkayê ber bi Îngilistanê ve tawanbar e.
Tê gotin ku tawanbar sala 2023yan hewl daye du komên koçberan di nava kamyonan de veşêre ku bi rêya keştiyan di deryayê re tên veguhastin ber bi Brîtanyayê ve.
Her du komên koçberan berî ku bigihêjin nav kamyonan û ber bi Brîtanyayê ve bi rê bikevin, ji aliyê polîsên Belçîkayê ve hatine rawestandin lê polîs bawer dike ku heman koma qaçaxçiyên Kurd di veguhastina çendîn koçberên din de serkeftî bûne.
Li gorî Ajansê, sala 2023yan Erbîl Celîl Qadir bi rêya belemê çûye Brîtanyayê û li wir nasnameya xwe ji dezgehên ewlehiyê veşartiye lê dezgeha ewlehiyê lêpirsîn li ser hesabên wî yên medyaya civakî û amarên di nava telefonê wî de kiriye û nasnameya wî ya rast eşkere bûye.
Ji dema desteserkirina wî ve, Erbîl Celîl Qadir li Brîtanyayê hatiye girtin, 24ê Adarê ji aliyê Dadgeha Westminsterê fermana radestkirina wî hatiye dayîn û roja pêncşemê bi balafirê ew vegerandine Belçîkayê.
Ajansa Rûbirûbûna Sûcan a Brîtanyayê anî ziman:
“Di demeke nêzîk de dê li Dadgeha West Flandersa Belçîkayê were darizandin.”
Rudaw
