• Monday, 09 February 2026
logo

Şaredariya Kobaniyê biryar da ku êdî hemû tabela bi Kurdî bin

Şaredariya Kobaniyê biryar da ku êdî hemû tabela bi Kurdî bin

Şaredariya Kobaniyê biryar da ku êdî li kêleka zimanê Erebî tabelayên dikan û xwaringehan bi Kurdî jî werin nivîsandin.

Şaredariya Kobaniyê li ser biryara nivîsandina tabelayan a bi zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir.

Şaredariya Kobaniyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Li ser pêşniyara Saziya Zimanê Kurdî ya Kobaniyê, Encûmena Şaredariya Kobaniyê û Hevserokatiya Şaredariya Kobaniyê, ev giştîname wisa tê weşandin:

1- Divê xwediyên hemû dikan û xwaringehên li bajarê Kobaniyê, sernavên dikan û xwaringehên xwe li rex zimanê Erebî, bi zimanê Kurdî binivîsin.

2- Divê xwediyên hemû dikan û xwaringehan herî zêde heta du mehan vê giştînameyê pêk bînin.”

Kobanî li hemberî navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye û piraniya şêniyên wê Kurdên ji eşîra Beraziyan in.

 

Rudaw

Top