Serokê Yekitiya Mamosteyan: Hikûmeta Iraqê hemû mehekî bi behaneya cuda mûe paş dixe
Serokê Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê Ehmed Germiyanî ji BasNewsê re ragehand: “Sedema paşxistin û neşandin mûçeyê mûçexwarên Herêma Kurdistanê li hustutiyê Hikûmeta Iraqê ye û hemû mehê bi behaneyên cuda mûçeyan paş dixin.”
Ehmed Germiyanî amaje bi wê jî da: “Tevî ku lîsta mûçeyê meha çarê çend hefteye ku hatiye şandin û hûrbînî li ser hatiye kirin û bê pirsgirêk bûye, Darayîya Iraqê bê sedem û bi zanebûn naşîne.”
Tekez jî kiriye, ku mûçe mafê serekî yê fermanber û mamosteyane û nabe bê destkarî kirin û got, “Dadgeha Federal a Heyho biryar da ku mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê divê mehane li gel yên Iraqê re werin dayîn û divê mûçe bi ti pirsgirêkekê re neyên tevlihevkirin.”
Serokê Yekitiya Mamosteyan herwaha aşkera kir, “Her çend mamoste li gorî qanûna teqawidbûnê ya Iraqê teqawid bûne jî, Bexdayê mûçeyên wan neşandiye. Em daxwaz dikin ku di dayîna mûçeyê malnişînan de lez bê kirin.”
Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 22ê Nîsana 2025an de lîsteya mûçeyên meha çaremîn pêşkêşî Xezîneya Federal kir û dahata meha Adarê ji bo hesabê Xezîneya Federal hatiye veguhestin.
Berê, Yadgar Mehmûd, endamê parlementoya Iraqê ji fraksiyona PDKê, ji (Basnews) re ragehandibû: “Bexdayê mûçeyên karmendên xwe daye, lê dema ku dor tê ser karmendên Kurdistanê, ew behsa pirsgirêka herikînê dikin, di heman demê de Bankên Reşîd û Rafîdeyn dibêjin ku ti pirsgirêk li cem wan tune ne.”
Basnews
