Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî ji Enwer Hacî Osman re xwest
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, sersaxî li cîgirê berê yê Wezîrê Karûbarên Pêşmerge Enwer Hacî Osman kir, bi boneya koça dawî ya birayê wî Qadirî Hacî Osman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pirse, sersaxî û hevxemiya gihand Enwer Hacî Osman û hêvî xwast ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrz bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wan.
Enwer Hacî Osman li ser navê xwe û malbata xwe spasî û pêzanîna xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîr nîşan da.
Basnews
