• Monday, 09 February 2026
logo

Li ser spardeya Mesrûr Barzanî parkekî mezin tê çêkirin

Li ser spardeya Mesrûr Barzanî parkekî mezin tê çêkirin

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand ku Parka Reşkin dê li ser spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi budceya taybet a Ofîsa Serokwezîr were çêkirin û dê kaniyê herî mezin li Iraqê tê de be.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 07.05.2025ê ragehand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser spardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi budceya taybet a ofîsa serokwezîriyê parkek li Hewlêrê ava bike. herwaha dê bibe parka herî kesk û herî balkêş a Herêma Kurdistan û Iraqê.

Herwaha diyar kir ku proje dê 18 mehan bidome heta ku biqede, niha %10ê kar qediya ye, rojane zêdetirî 80 karker û endezyar di projeyê de dixebitin.

Parkê dê du deriyên sereke hebin û çend beş û xizmetên taybet li xwe dihewîne ku welatî û geştiyarên Hewlêrê dikarin bikar bînin.

Park ji aliyê şêwazên sêwirandin û avakirinê ve cuda û modern be, hemû mobîlya, kulîlk, dar û darên vê parkê ji Spanya û Îtalyayê hatine anîn, di nav wan de kaniya herî mezin li Iraqê heye ku du perçeyên wê bi hev ve girêdayî ne û li ser rûberek ji 6,500 metreyî zêdetir dirêj e.

Her wiha, xwaringeheke mezin bi marqeyên navneteweyî dê were çêkirin, bi meydaneke dişibihe şanoya Romanî, ku dê li ser rûbereke 8,000 metreyî were çêkirin û dikare 5,000 kesan bihewîne û dê ji bo çalakiyên neteweyî û merasîmên mezûnbûnê were bikar anîn.

Beşek din ê parkê dê ji bo werzîşê were veqetandin, rêyeke bezê ya ji tartanê bi dirêjahiya 1450 metre, rêyeke bisiklêtê bi dirêjahiya 3000 metre û saloneke werzîşê ya hundirîn bi rûbera 700 metre dê di nav parkê de hebe.

Xoşnaw ragehand ku ev proje li Hewlêrê projeyek mezin e û çend beşên din jî dihewîne, di nav de rêçek li dora parkê bi dirêjahiya 1600 metreyan ji bo parastina sînorên parkê dê hebe. Avakirina garajek bi kapasîteya zêdetirî 500 wesayîtan, kolanek fireh hatiye çêkirin da ku bi hêsanî wekî garajek li her du aliyên kolanê were bikar anîn, du depoyên avê yên mezin, du bîr ji bo dabînkirina pêdiviyên avê û sîstemek elektrîk û ronahîkirinê ya pêşkeftî dê di nav parkê de be.

Bi deh hezaran dar û 60,000 metre çîmen dê di parkê de werin çandin. Ev park dê ya sêyemîn a Hewlêrê be û destpêka sezoneke nû ya pêşxistina jîngehê li Herêma Kurdistanê be û tê payîn ku ev proje bandorek mezin li ser jîngeha bajarî û pêşxistina geştiyariyê li Herêma Kurdistanê bike. Ev yek dê bibe alîkar ku kalîteya hewayê li herêmê baştir bibe û bandorên neyînî yên guherîna avhewayê kêm bike.

 

Basnews

Top