• Monday, 09 February 2026
logo

Şam û HSD lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî gotebêj dikin

Şam û HSD lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî gotebêj dikin

 MedyayênSûriyêîro 06.05.2025 parve kir, “Şandeke HikûmetaSûriyêduhî 05.05.2025 serdana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li nav zeviya Konîkoyê li Rîfa Dêrazorê kir, û her du aliyan danûstandin li ser lihevkirina navbera SerokêSûriyêyê demkî Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kirin.”

Çend çavkaniyan di vî warî de gotiye, “Bizaveke zêde ji aliyê welatên herêmê û yên navdewletî ve ji bo berdewamiya danûstandinan û temmakirina lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî heye, xasma jî piştî aloziyên vê dawiyê.”

Çavkaniyan amaje jî daye, “Her du aliyan di civîna navbera xwe de bicihanîna lihevkirina Benda Tişrînê pêdivî dît, herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku ji hemî hevrikiyên serbazî bê dûrxistin.”

Wan çavkaniyan red jî kiriye ku, her du bingehên serbazî yên Omer û Konîkoyê radestî HikûmetaSûriyêhatibin kirin, belkî niha tekez li ser bicihanîna lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî tê kirin.

Di çarçoveya bizavên bicihanîna şertên lihevkirina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêveberiya nû yaSûriyêde, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê HikûmetaSûriyêya nû Hisên Selam ji bo cara duyê li Hesekeya rojavayê Kurdistanê civiyan.

Di wê civînê de, danûstandin li ser bicihanîna lihevkirina navbera her du aliyan hatin kirin, ku li 10ê Adara îsal hatibû îmzakirin. Herwesa tekez li ser kêmkirina aloziyan li derdora Bendava Tişrînê jî hat kirin.

 

 

Basnews

Top