• Monday, 09 February 2026
logo

Serokekî Hûsiyan: Agirbesta bi Amerîkayê re êrîşên li ser Îsraîlê nagire nav xwe

Serokekî Hûsiyan: Agirbesta bi Amerîkayê re êrîşên li ser Îsraîlê nagire nav xwe

Serokekekê Encûmena Bilind ê Şoreşa Hûsiyan Mihemed Elî Hûsî li Yemenê ragehand, ku rawestandina êrîşa Amerîkayê ya li ser Yemenê dê destpêkê li ser erdê were nirxandin.

Navborî di postekê de li ser tora civakî ya Xê nivisiye: Operasyonên li Yemenê ji bo rawestandina êrîşê hewlek bûn û hîn jî wisa ne. Amaje bi wê jî hatiye kirin ku agirbesta li gel Amerîkayê ragirtina êrîşên wê komê bo ser Îsraîlê nagre.

Kanala Elmesîre li Yemenê ji zarê berpirsekî bilind ê Hûsiyên Yemenê ve ragehandiye ku ew grûp dê berdewam bibin.

Wî berpirsê Hûsiyan daxwaz li Îsraîliyan kiriye ku di stargehê de bimînin, ji ber ku hikûmeta wan nikare wan biparêze.

Ev di demekî de ye ku şeva borî Îsraîlê êrîşeke mezin a asmanî li ser balafirgeha Sana ya paytexta Yemenê kir, di encamê de balafir hatin şikandin û balafirgeh hate têkbirin.

 

Basnews

Top