• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî serdana pirojeya hawarhatinê ya bilez a gehandina avê ji bo Hewlêrê dike

Mesrûr Barzanî serdana pirojeya hawarhatinê ya bilez a gehandina avê ji bo Hewlêrê dike

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana pirojeya hawarhatinê ya bilez a gehandina avê ji bo bajarê Hewlêrê dike û destxweşiyê li kompaniya bicihanînê û serperişt û endazyaran û tevaya karmendên wê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 06.05.2025) serdana pirojeya hawarhatinê ya bilez a gehandina avê ji bo bajarê Hewlêrê kir, ku li meha Îlonê ya par berê binyatî jê re hatibû danan.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serperişt û endazyarên wê pirojeyê kurtiyek li ser pêngavên bicihanîn û temamkirina pirojeya xwe pêşkêş kir, ku avê ji Zêyê Mezin digehîne nav bajarê Hewlêrê û heta niha zêdetirî 75% ya wê pirojeyê temam bûye.

Herwesa eşkere jî kir ku, ew piroje li ser astê Îraqê yek ji mezintirîn pirojeyên avê ye û arêşeya kêmaviyê li bajarê Hewlêrê ji bo gelek salan çare dike û kalitiya wê avê jî gelek pakij û bijîn û li astekê bilind e. Herwesa biryar e ew piroje îsal berî jivanê xwe yê diyarkirî bê temamkirin.

Herwesa amaje daye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destxweşî li kompaniya bicihanînê û serperişt û endazyaran û tevaya karmendan kir, ku bi awayekî pîşeyî û di çarçoveya rênimayan de li ser wê pirojeyê kar dikin, ji bo ku di paşerojeke nêzîk de bikeve ber xizmeta welatiyên bajarê Hewlêrê.”

 

K24

Top