Şandeya Wezareta Çavkeniyên Xwezayî û Kompanyayên petrolê, li gel Wezareta Petrola Iraqê dicivin
Îro şandeya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û nûnerên kompanyayên petrola Kurdistanê (APIKUR) li Bexdayê ji bo gotûbêjên li ser henardekirina petrola Kurdistanê li gel Wezareta Petrola Iraqê dicivin.
Îro 06.05.2025ê şandeya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û nûnerên kompanyayên petrola Kurdistanê (APIKUR) li Bexdayê ji bo gotûbêjên li ser henardekirina petrola Kurdistanê li gel Wezareta Petrola Iraqê dicivin.
Li gor zanyariyên BasNewsê şandeya Wezareta Çavkaniyên Xwexzayî û nûnerên kompanyayên petrola Kurdistanê geheştine Bexdayê û li gel Wezareta Petrola Iraqê dê bicivin û armanca wan civînan gotûbêja derbarê destpêkirina henardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye.
Li gor zanyariyan, heta naha kompanyayên petrolê vediguhêzin, derbarê piştrastiya wergirtina mafên darayî û yasayî de negeheştine wê piştrastiyê ku dest bi henardekirina petrolê bikin.
Basnews
