• Monday, 09 February 2026
logo

Parlamenter Yadgar Mehmûd: Bexda mûçeyên xelkê xwe dide û bi zanebûn mûçeyên xelkê Kurdistanê dereng dixe

Parlamenter Yadgar Mehmûd: Bexda mûçeyên xelkê xwe dide û bi zanebûn mûçeyên xelkê Kurdistanê dereng dixe

Encameke Parlamentoya Iraqê amaje bi wê dike ku hindek aliyên Iraqê dîsa dest bi qirvîreke medyayî li dijî mûçexorên Herêma Kurdistanê kirine, armanca wan ewe di vê demê de ku nirxê petrolê daketiye û pirsgirêka darayî bo Hikûmeta Federalî avabûye, xwe ji şandina mûçe veşêrin.

Di demekî de ku roja 22.04.2025ê ve Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteya mûçeyên meha çaremîn a Herêma Kurdistanê ji Bexdayê re şandiye, lê piştî nêzîkî 15 rojan, Wezareta Darayî ya Iraqê hîn mûçe neşandiye!

Di vê derbarê de Endama Parlamentoya Iraqê li fraksiyona PDKê Yadgar Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: “Di derbarê mijara mûçe de 2 mijar hene; yekem: Ji ber ku nirxa petrola cîhanê %10 ji nirxa xwe winda kiriye, ev yek dihat hêvîkirin dema ku budceya Iraqê hate pejirandin, û dûv re li parlementoya Iraqê dengdan li ser hate kirin û ji bo her bermîlek petrolê bihayek hate qebûlkirin, wan got ku eger bihayên petrolê dakevin, Iraq dê bi kêmasiya budceyê re rû bi rû bimîne. Niha jî Amerîka bi kêmtir ji %30ê dolarên xwe dide Iraqê, ev jî dibe sedema pirsgirêkên darayî li Iraqê. Wezareta Darayî pereyê ku pareyê bacêye û ev pênc sal in li bankayan hatiye razandin, ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan bi kar aniye. Ew dizanin ku ew nêzîkî hilbijartinan in. Ew ji banka navendî vekişiyane, ku ew dibêjin fermanek ji Encumena Wezîran heye û bi fermana wan pereyê bacê hatiye kişandin û qaşo ne neqanûnî bû, ji ber ku ew ji bo mûçeyên navendî û başûrê Iraqê bû."

Yadgar Mehmûd herwaha dibêje: “Her kes dizane ku eger ew pirsgirêkên wan ên pereyan nebin jî, ew ê dîsa jî destê xwe dirêjî pariyê xelkê Kurdistanê bikin, herçend mûçeyên gelê xwe dereng nexin. Niha aliyekî Iraqê behsa pirsgirêka darayî dike, lê Bankên Reşîd û Rafîdeyn dibêjin na, pirsgirêkên me yên pereyan nînin. Ew hatine pareyê mûçeyên xwe dane, lê bo helmeta hilbijartinê hatine li ser para Kurdistanê dikin hewar ku lîsta mûçexwarên Kurdistanê ti pirsgirêkeke wê nîne, ew kesên ku di wê baweriyê de ne ku xetayê Kurdistanê ye, bila biçin xwe kontrol bike, bizane li wî gundê ku lê dijî niha cîhaneke pêşkeftiye, bi yek klîkekê, ew ê rastiyê bibîne ku ne sûcê Kurdistanê ye.”

Herwaha tekez kir ku rayedarên Iraqî ne xema wanin ku mûçexwarên Kurdistanê xwediyê heman mafan bin wekî hemû mûçexwarên din ên Iraqî, heta li Bexdayê jî komên çekdar li ser mijara mûçeyan helmetek dijî Kurdistanê dane destpêkirin, ev êrîşeke bêwate ye ji aliyê hin parlamenteran ve.

Wê parlamenterê rexne jî li wan kesan kir ku Herêma Kurdistanê ve bûne tembûrvanên van Iraqiyên ku naxwazin mûçeyan ji gelê Kurdistanê re bişînin. Nexwe, şanda Wezareta Darayî vegeriya Kurdistanê û ragehand ku ji aliyê Bexdayê ve ji wan re piştrast bûye ku ti pirsgirêk tune ye, wê demê direng xistina pareyan ji ber çiye?”

 

Basnews

Top