Sûriye: Biryar e em bi Tirkiyeyê re bo hawirdekirina karebê li hev bikin
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê radigehîne ku, li van nêzîkan welatê wî li ser hawirdekirina karebê û çêkirina rêyeke gaza xwezayî li ser sinorên Sûriye û Tirkiyeyê li hev dikin.
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr îro (Yekşem, 04.05.2025) ji Ajansa SANAyê ya nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê re ragehand ku, biryar e welatê wî lihevkirinekê ji bo hawirdekirina karebê ji Tirkiyeyê bi rêya hêla veguhastinê ya 400 kîlovolter îmza bike.
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê amaje jî da ku, Sûriye û Tirkiye li ser çêkirina rêyeke gaza xwezayî di navbera parêzgeha Kilisê li ser sinorê Tirkiyeyê bo Helebê kar dikin. Bi vî awayî jî, ew rê di nav devera Efrînê re derbaz dibe.
Mihemed Beşîr ron jî kir, “Her rojê şeş milyon pêyên sêcarkî yên gaza xwezayî di wê rêyê re ber bi westgeheke karebê li Sûriyeyê diçin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li roja 04ê Şibata 2025ê di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera re ragehandibû, “Xelkê Sûriyeyê xwediyê îradeyeke bihêz e, em di qonaxa nû de piştevanî û alîkariya wan dikin.”
K24
