• Monday, 09 February 2026
logo

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Iraq û van 20 welatan

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Iraq û van 20 welatan

Amerîkayê bi fermî hişyarî da welatiyên xwe ku ji bo parastina jiyana xwe neçin Iraqê û 20 welatên din.

Ev hişyariya di asta çaremîn a Amerîkayê da bo hemwelatiyê xwe, hişyariya herî asta bilind a wezareta derve ya Amerîkayê ye bo hemwelatiyên xwe. Ew hişyariya ku îro hatiye belav kirin, li gel lîsteya wan dewletana de, Iraq jî hatiye destnîşan kirin ku, hemwelatiyên Amerîkayê nabe geşt û hatûçûna wan welatan bike.

Lîsta wan 21 welatên jî evin: “Iraq, Koreya bakûr, Îran, Yemen, Borkînya Faso, başûrê Sûdanê, Sûriye, Kongo, Afganîstan, Lubnan, Afrîkaya navîn, Belarûsya, Ukrayna, Fenzuyîla, Haîtî, Lîbya, Somal, Rûsya, Miyanmar, Malî û Sûdan.”

 

 

Basnews

Top