Serok Barzanî tekezî li ser pêkvejiyan û xweşewîstiya di navbera pêkhateyên Iraqê de dike
Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Gulanê pêşwazî li şandeke eşîra El-Bixzat a ser bi eşîra El-Cebûr ve bi serokatiya Şêx Îsa Muhsên El-Sebîl kir.
Baregeha Barzanî belav kir, “Şanda mêvan rola Serok Mesûd Barzanî di kûrkirina giyanê lêborîn û biratiyê di navbera pêkhateyên Iraqê de bilind nirxand. Herwiha spasiya gelê Kurdistanê kir ji bo ku di van demên dijwar de destên xwe ji bo hewandina bi sedhezaran koçberên ji parêzgehên navend û başûrê Iraqê vekirine.”
Da zanîn jî, “Di civînê de tekezî li ser hevahengî û têkiliyên di navbera pêkhateyan de, xurtkirina nirxên pêkvejiyanê û xweşewîstiya di navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên Iraqê, rîşekişandina tundrewiyê û nehîştina çanda nefret û tolhildanê hate kirin.”
Di hevdîtinê de, endama parlementoya Iraqê Muna El-Sebîl û hejmarek ji kesayetiyên navdar ên eşîra El-Bixzat beşdarî amade bûn.
K24
