Mehma Xelîl: Dest bi rêzikên parêzgehbûna Şingalê dê bên kirin
Endamê Parlamentoya Iraqê radigehîne ku piştî parêzgehbûna Helebce li Parlamentoya Iraqê dê dest bi rêzikên parêzgehbûna qeza Şingalê bikin.
Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî parêzgehbûna Helebce, hemû hewldanek tê dayîn ji bo ku li Parlamentoya Iraqê dest bi rêzikên parêzgehbûna Şingalê bê kirin.’’
Mehma Xelîl ku berê qaymeqamê Şingalê bû diyar kir, proje ji bo ku Şingal bibe parêzgeh heyeû karê cîdî li ser parêzgehbûnê di nav Parlamentoya Iraqê de tê kirin û Şingal li hemû aliyekî ve amadeye ji bo bibe parêzgeh û pêwîste ji Bexdayê piştevanî ji bo wê armancê bê kirin.
Xelkê Şingalê gelek caran daxwaz kiriye ku Şingal bibe parêzgehekî ser bi Herêma Kurdistanê û di referandûma mezin a Başûrê Kurdistanê de jî sedî 90 wî bajarî deng ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê da.
Basnews
