• Monday, 09 February 2026
logo

Îsraîl Sûriyeyê dide ber bombeyan

Îsraîl Sûriyeyê dide ber bombeyan

Îsraîlê bi balafirên şer êrişî derdora bajarên Hema, Laziqiye, Dera û Şamê yên Sûriyeyê kir.

Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed ragihand ku Îsraîlê bi balafirên şer 4 caran derdora Şamê bombebaran kiriye.

Îsraîlê her wiha derdora gundê Şethayê yê Hemayê jî bombebaran kir.

Hat ragihandin ku balafirên Îsraîlê êrişî derdora bajarên Hema û Laziqiyeyê jî kiriye.

Di êrişên li derdora Şamê de 4 kes û li Hemayê jî 4 kes birîndar bûne.

Divê were gotin ku ji destpêka vê hefteyê ve di navbera Durziyan û hêzên hikûmetê de şer û pevçûn hebûn.

Di şer û pevçûnên li başûrê Şamê yên di navbera Durziyan û hêzên ewlehiyê yên girêdayî Şamê de zêdetirî 100 kesî hatin kuştin.

Konseya Leşkerî ya Siweydayê Şam bi "sûcên şer ên plankirî" tawanbar kir û got, "Em dê bi hemû hêza xwe bersiva her cure dijminatiya ku di paşerojê de hebe bidin."

Îsraîl jî li ser hev daxuyaniyan dide ku ew dê Durziyan biparêze.

#VÎDEO - Îsraîlê derdora gundê Şethayê yê Hemayê bombebaran kir

🛑 Îsraîlê derdora Şamê jî bombebaran kiriye #Israel #Syria pic.twitter.com/RmEQfuYtQg

— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 2, 2025

 

Rudaw

Top