Li encama şewata li çiyayê Orşelîm heta niha 200 wesayît şewitîne û Îsraîl daxwaza alîkariyê dike
Îro berê sibeha çarşemê agirekî mezin li daristana çiyayê Orşelîmê a li Îsraîlê ketiye û li gor çapemeniya Îsraîlê, Hikûmetê li herêmê rewşa awarte îlan kiriye, tenê li ser rêya Orşelîmê 12 kes birîndar bûne û 200 wesayît şewitîne. Daxwaz ji niştecihên çend deverên niştecîh jî tê kirin ku ji malên xwe derkevin.
Li gor nûçeyeke îro a IroNewsê, hikûmeta Îsraîlê ji pênc welatan xwestiye ango Qibris, Yewnanistan, Krvatya, Bulgaristan û Îtalya ku ji bo vemirandina agir alîkariyê bikin.
Basnews
