Serok Barzanî serxweşî da malbata Şîrîn Amêdî
Di pêywendiyeke telefonî de Serok Barzanî sarsaxî pêşkêşî Sekretera berê ya Yekitiya Jinên Kurdistanê Şîrîn Amêdî kir ji bo koça dawî ya hevjînê wê Seîd Amêdî.
Îro 30.04.2025, Baregaha Barzanî belav kiriye, ku Serok Barzanî ji bo koça dawî ya hevjînê Şîrîn Amêdî, Seîd Amêdî, pêywendiyeke telefonî pê re kir.
Serok Barzanî di pêywendiya telefonî de sersaxî ji bo Şîrîn Amêdî û malbata wê re xastiye û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya hevjînê wê Seîd Amêdî aniye ziman.
