• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Ruhanî yê Durziyan: Demekî nêzîk de li Sûriyê dê guhertin çêbin

Gulan Media April 30, 2025 Nûçe
Serokê Ruhanî yê Durziyan: Demekî nêzîk de li Sûriyê dê guhertin çêbin

Serokê Ruhanî yê Durziyên Îsraîlê amajeyê dide ku, Serokwezîrê Îsraîlê çend rênima li ser Sûriyê derxistine. Daxwazê jî ji Durziyan dike ku aramiyê biparêzin.

Serokê Ruhanî yê Durziyên Îsraîlê Muwefeq Terîf îro 30.04.2025 di ragehandinekê de daxwaz ji Durziyên Sûriyê kir ku, bêhna xwe fireh bikin û aramiyê biparêzin û got ku “rewş hatiye kontirolkirin”.

Serokê Ruhanî yê Durziyên Îsraîlê herwesa ragehandiye ku, ew rêyê nadin çi kesekî destê xwe ji bo Durziyan dirêj bike û bêrêziyan li beranberî wan bike.

Muwefeq Terîf herwesa got, “Îsraîl, artêş û cîhan li pişta me ne.” Tekez jî kir, “Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu rênimayên taybet li ser Sûriyê derxistine û li van nêzîkan jî guhertinên mezin çê dibin.”

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê jî îro 30.04.2025ê ragehandinek parve kiriye û tê de amaje daye ku, Wezareta Bergiriyê ya welatê wî li bajarkê Sehnayê yê nêzî Şamê êrîşeke asmanî kir ser komeke tundrê, ku amadekarî kiribûn êrîş kiriba ser Durziyan.

Herwesa wê ragehandinê amaje jî daye ku, peyameke ron ji bo rijêma Sûriyê şandiye ku, Îsraîl bi hemî awayan Durziyên Sûriyê diparêze.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan duh 29.04.2025 di ragehandinekê de eşkere kir, “Şemiyê bi şev li bajarê Cermaneyê yê nêzî Şama paytext, şer di navbera karmendên Wezareta Navxwe û Bergiriya Sûriyê li gel çekdarên Durzi de rû da û di encamê de, bi kêmî ve 14 kes hatin kuştin ku heft ji wan Durzî bûn.

 

Basnews

Top