Gelê Kurdistanê wek hişyartirîn civaka tenduristiyê ket Pirtûka Guinnessê
Wezîrê Tenduristiyê dibêje, gelê Kurdistanê wekî civaka tenduristiyê ya herî hişyar ketiye Pirtûka Rekorên Guinness a Cîhanê.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro 30î Nîsanê di konferanseke rojnamevanî de got, piştî hişyarkirina tenduristiyê di dema belavbûna vîrusa koronayê de, navê Wezareta Tenduristiyê ketiye Pirtûka Rekorên Guinnessê.
Wezîrê tenduristiyê got, qeydkirin di sala 2020an de di merasîmekê de li Silêmaniyê ku beşdaran zincîra mirovî ya bi dirêjahiya 7 hezar û 229 metre û 87 santîmetre çêkirin, pêk hat.
Dr. Saman Berzincî got: “Niha gelê Kurdistanê wekî civaka tenduristiyê ya herî hişyar ketiye Pirtûka Rekorên Guinnessê ya Cîhanê.”
K24
