• Monday, 09 February 2026
logo

939 giyayên biharê ji aliyê kesên ku ew ji kokê ve hilkirine hatin çandin

Gulan Media April 29, 2025 Corane
939 giyayên biharê ji aliyê kesên ku ew ji kokê ve hilkirine hatin çandin

Hejmarek welatî, dûrî rênîşanên Rêveberiya Parastina Jîngehê, giyayên biharê ji kokê ve hilkirine û ji aliyê Tabûra Parastina Jîngehê ya Barzan ve, li hember wan rêkar hatine girtin û careke din ew giya bi wan hatin çandin. 

Berdevkê Tabûra Parastina Jîngehê ya Barzan Sidîq Hesen ji malpera K24ê re ragihand: “Îro hejmarek welatî ji bo berhevkirina giyayên biharê çûne nav xwezaya deverê, lê belê berûvajî rênîşanên Rêveberiya Parastina Jîngehê, li şûna ku kêrê ji bo birînê bikar bînin, ew ji kokê ve hilkirine.”

Sidîq Hesen herwiha got: “Salane di werza biharê de hejmareke mezin a welatiyan ji bo berhevkirina giyayên biharê berê xwe didin deverê, lê hilkirina giyayan ji kokê ve, li dijî hemû rênîşanan e û zerareke mezin digihîne xwezayê. Ev yek dibe sedema hişkbûna giyayên biharê û heta ji bo salên paşê jî şînbûna wan a ji nû ve zehmet dibe.”

Berdevkê Tabûra Parastina Jîngehê ya Barzan amaje bi wê yekê jî kir, wan welatiyan, 939 giya ji kokê ve hilkirine, lewma wek rêkareke fermî û di çarçoveya rênîşanên heyî de, her 939 kokên giyayê bi wan kesan ji nû ve dane çandin.

Pêştir jî Rêveberê Fermangeha Jîngehê ya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Hejar Mahîr, ji malpera Kurdistan24ê re gotibû: Di werza biharê de hejmareke mezin ya welatiyan diçin wan navçeyên ku giyayên biharê lê şîn dibin, lê gelek caran ev giya rastî kokbirînê tên û bi rakirina ji kokê ve yan jî bi awayekî xirab tên rakirin û têkdan. Ji ber vê yekê, ev giya sala bê şîn nabin û ji nav diçin. 

Herwiha diyar kiribû, tenê li sînorê Soranê nêzîkî 400 cûreyên giyayên biharê hene, lê beşek ji wan ji aliyê welatiyan ve, ji ber ku ji kokê ve hatine rakirin, jinav çûne û nemane.

 

K24

Top