• Monday, 09 February 2026
logo

Karzan Henareyî: Pêwîste hêzên çekdar ên şexsî û Hizbî li Herêma Kurdistanê de nemîne

Gulan Media April 28, 2025 Nûçe
Karzan Henareyî: Pêwîste hêzên çekdar ên şexsî û Hizbî li Herêma Kurdistanê de nemîne

 Parêzerek amaje bi wê dike ku hên şexsî û Hizbî li Silêmaniyê pir zêde bûne, li gor  lêkolînên wan, zêdetir ji 10 hêzên cuda yên ewlehî û leşkerî li wî sînorî hene ku fermanê ji Hikûmetê wernagrin û hêzên hizbîne.

Parêzer Karzan Henareyî ji BasNewsê re axivî û got: “Divê li tevahiya Herêma Kurdistanê yek hêza Pêşmerge û yek hêza ewlehiyê hebe û fermanê ji wezareta girêdayî xwe werbigrin, ku Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxwe ne, lê mixabin em dibînin rojane bitaybetî di nav bajarê Silêmaniyê bûyerên nexwaş diqewimin û derdikeve ku hêzên ewlekarî yên Hizbî li bûyerê de karekterê serekîne û di piraniya bûyerên wan de xelik tê kuştin, heta hin berpirs û li hin deveran ev hêzên fermandariya partîyan ji bo êrîşkirina ser mirovan, gefxwarina welatiyan û karsazan, û çareserkirina pirsgirêkên civakî û dijminatiya kesane têne bikar anîn.”

Li Silêmaniyê zêdetirî 10 hêzên çekdar ên cuda hene, ku di çarçoveya fermanên şexsî û partî de tevdigerin, ji ber vê yekê pêwîste ev hêz ji çarçoveya hêzên hizbî werin derxistin û di bin rêberî û fermanên hikûmetê de bixebitin.”

 

Basnews

Top