Parêzgeha Hewlêrê: Çar parkên mezin di warê cîbicîkirinê dene û dê îsal jî bên temam kirin
Îro 23.04.2025, parêzgariya Hewlêrê ragehand: “Ji bo zêdekirina rêjeya şînkahî û zêdetir parastina jîngeha bajêr, li navenda bajarê Hewlêrê li ser rûbera 200 donim erd dest bi çêkirina çar parkên mezin hatine kirin ku tê de 40 hezar dar têne çandin û îsal jî her çar park dê bên temam kirin.”
Li gor ku parêzgariya Hewlêrê amaje pê kiriye, ew herçar pak evin:
Yekem: Çêkirina parkekî li nêzîkî cada 120 mêtrî, li ser rûbera 80 donim erd û nêzîkî 8 hezar dar tê de tên çandin, ku ji nihav de nêzîkî sedî 70 karê wê temam bûne.
Duyem: Çêkirina parka Reşkîn li ser rûbera 47 donim û 16 hezar dar tê de tên çandin û vêgavê ji sedî 50 karên wê hatine temam kirin.
Sêyem: Çêkirina parka taxa Nazdar li ser rûbera 4 donim erd û 6 hezar dar tê de tên çandin û ji sedî 80ê yê karên wê hatine temam kirin.
Çarem: Çêkirina parka taxa Jiyan li ser rûbera 7 donim erd û 5 hezar dar tê de tên çandin ku ew jî ji sedî 70ê karên wê hatine temam kirin.
Parêzgariya Hewlêrê aşkera kiriye, ku li bajarê Hewlêrê 26 parkên mezin û 204 baxçeyên biçûk û 2 heta 3 cihên dexl û 209 daristan û 163 gravên navendî û 109 kanî hene.
Basnews
