Tirkiye dê înternetê bide Sûriyeyê
Wezîrê Veguhestin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu ragihand ku Tirkiye dê xizmeta înternetê bide Sûriyeyê.
Wezîrê Veguhestin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu doh çû Şama paytexta Sûriyeyê.
Abdulkadîr Uraloglu li Balafirgeha Şamê ji aliyê hevpîşeyê xwe yê Sûriyeyê Yarub Silêman Bedir ve hat pêşwazîkirin.
Uraloglu di axavtina xwe ya li Şamê de got, “Pêwendiyên her du welatan dê sûdê bigihîne aştiya herêmê.
Em dê di serdana du roajn de li ser bi pêşxistina veguhastina asmanî, bejahî, rêyên hesînî û deryayî û sektora ragihandinê hevdîtinan bikin.”
Bi gotina Uraloglu, niha li ser dayîna înternetê hevdîtin didomin û Tirkiye dê xizmeta înternetê bide Sûriyeyê.
Uraloglu her wiha ragihand ku balafir ji Tirkiyeyê bi awayekî tijî difirin Sûriyeyê û piştî bi cih anîna hinek şertan dê Kompanyaya Asmanî ya Şamê jî ji Sûriyeyê dest bi geştên Tirkiyeyê bike
Rudaw
