• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Danmarkê jineke Kurd hat xelatkirin

Gulan Media February 24, 2020 Nûçe
Li Danmarkê jineke Kurd hat xelatkirin
Jineke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê, ji ber kar û xebatên xwe yên ji bo alîkariyên mirovî li Danmarkê xelatek wergirt.

Şaredariya bajarê Odense yê ser bi navçeya Vollsmos a Danmarkê ve her sal bi merasimekê xelatê dide kesê herî çalak ku karên xwebexş kiribe û alîkariya penaberan kiribe.

Îsal jî, Aysel Hacî ji bo wê xelatê hate kandîdkirin û bi piraniya denga ew xelat wergirt.

Proseya diyarkirina wergirê xelatê, piştî berbijêrkirina çend kesan û dengdana li ser wan birêve diçe û kesê ku herî zêde dengan bi dest bixe, ew xelata şaredariyê werdigire.

Aysel Hacî ku welatiyeke Kurd a ji bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, wê li ser karên xwe yên xwebexş bi dirêjiya gelek salan, li navçeya bajarê Odense yê ser bi navçeya Vollsmos a Danmarkê ve, xelata wê navçeyê wergirt.

Wê hemwelatiya Rojavayê Kurdistanê ku niha li Danmarkê dijî, herwiha ji Rûdawê re got: “Ev xelat her sal digihîje kesekî ku karên xwebexş dike û alîkariya xelkê dike, herwiha li gorî dengdanê tê hilbijartin.”

Aysel Hacî ji Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê ye, û zêdetirî 25 salan e ku li Danmarkê dijî.

Rudaw
Top