Hejmara miriyên Koronayê 2000 derbas kir
Mirî û berkeftiyên nexweşiya Koronayê li Çînê û cîhanê roj bi roj zêde dibin.
Li gorî amarên dawî, ji duhî de herî kêm 132 kesên din li Çînê ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane. Bi vî rengî hejmara kesên ku ji ber wê nexweşiyê mirine, gihîştiye 2012 kesan. Şeş kes ji kesên ku mirine, li derveyî Çînê mirine.
Hejmara berkeftiyan jî gihîştiye 75 hezar û 220 kesan. Bi giştî 14 hezar û 710 nexweş jî baş bûne.
Basnews
