Destêwerdana welatan û korona mijara serekî ya Konferansa Asayîşê ya Munichê bû
Di roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê de, çendîn serkirde, wezîrên derve û berevaniyê yên welatan axifîn û di panelan de beşdarvanan bal kişandin ser rewşa welatan û siyaseta hikûmetên xwe. Sekreterê Giştî yê NATOyê jî di gotarekê de tekez li ser girîngiya bihevrekarina Ewropa û Amerîkaya Bakur kir.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di panelekê de got: “Her hewldanek bo dûrxistina Ewropayê ji Amerîkaya Bakur ne tenê peywendiya parzemînbir a navbera herdu aliyan lawaz dike û bandorê li şiyana me ya bo hevrikîkirina li ser dika cîhanî dike, lê dibe sedema dabeşbûna Ewropayê. Baweriya min bi karkirina yekalî ya Ewropa û Amerîkayê nîne. Baweriya min bihevre karkirina Ewropa û Amerîkayê heye.”
Du ji wan kesên serekî ku duh axifîn, wezîrên derve û berevaniyê yên Amerîkayê bûn. Di demekê de ku bala serekî ya Mark Esper li ser Çînê bû, Mike Pompeo amaje bi siyaseta welatê xwe beramber civaka navdewletî û siyaseta hineka welatan jî da, ku wî wek xelet ew binav kirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got: “Mûşekên Îranê saziyên petrolê yên Siûdiyê teqandin û hêzên bi wekalet ên wê li Iraq, Lubnan, Sûriye û Yemenê hene. Êrîşên elektronîk ên Îraniyan torên internetê yên Rojhilata Navîn girtine. Niha Îran ciwanên Iraqî û Lubnanî dixeniqîne ku ji xeynî hikûmeteke paqij û xwedan serwerî, hîç tiştekî din naxwazin.”
Ew konferans di demekê de ye ku vîrûsa koronayê li çendîn welatên cuda yên cîhanê belav bûye û heta niha hewldanên bo jinavbirina vê vîrûsê biserneketine. Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê dibêje, karvedana hinek welatan li beramber wê vîrûsê gelekî dijwar e û amaje bi wê yekê dide ku hikûmeta welatê wî karê baş kiriye bo rêgirtin li belavbûna wê vîrûsê.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê Qin Gang wiha axivî: “Encama hewldanên me yên mezin hebû. Dazdeh roj e enfeksiyonên nû yên derveyî Hubei kêm dibe û di heman demê de rêjeya başbûnê jî ber bi bilindbûnê ve ye. Zêdeyî 8 hezar kes baş bûne û ji nexweşxaneyan derketine. Karên me bûne rêgir li ber belavbûna vîrûsê bo welatên din. Ev ji me re dibêje ku hikûmeta Çînê rêbazeke berpirsyarane li beramber xelkê xwe û xelkê cîhanê peyrew dike.”
Gotûbêjkirina rewşa Afganîstanê jî mijareke din bû ku gelek axaftin li ser hat kirin, ew jî di demekê de ku hewldanek heye bo destpêkirina proseyeke siyasî bo çareserkirina tundûtûjiyên li wî welatî.
Rudaw
