Dîdar û civînên Mesrûr Barzanî di roja dûmahîkê ya konferansa Mûnîxê de
Di çarçoveya pêncî û şeşemîn konferansa asayişa cîhanî ya Mûnîxê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bi çend berpirs û rayedarên din yên welatan re hevdîtin bike.
Mesrûr Barzanî dê îro û di roja sêyemîn ya konferansa Mûnîxê de bi şandeka parlementerên Partiya Kesk ya Almanya hevdîtin bike, paşê wezîrê derve yê Îranê Cevad Zerîf dibîne.
Serokê hikûmeta Kurdistanê piştî wan hevdîtinan dê bi berpirsê asayişa niştimanî ya Brîtanya, Mark Sedwill û wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu re rûnê.
Konferansa asayişa cîhanî ya Mûnîxê îro xilas dibe.
Basnews
