• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rûsye: Di hevdîtinê de behsa gelek mijaran hatiye kirin

Gulan Media February 16, 2020 Nûçe
Rûsye: Di hevdîtinê de behsa gelek mijaran hatiye kirin
behsa çakaltir kirina hemahengiya navbera her du aliyan hatiye kirin
Wezareta derve ya Rûsyeyê derbarê civîna duhê ya di navbera Serokwezîrê herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Rûsyeyê de daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di hevdîtina navbera Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov behsa geşe pêdana hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan di gelek waran de hatiye kirin û tekez li ser zêdetir kirin û çalak kirina hemahengiya di warê enerjî û sûtemenî de hatiye kirin.

Di civînê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku lazime Rûsye rola xwe derbarê pêşî girtin ji aloztir bûna rewşa Rojhilata Navînê bilîze û bo derbas bûn ji aloziyên siyasî û leşkerî yên ku li deverê de hene lazime Rûsye roleke ektîf bilîze.

Her di heman civînê de behsa çareser kirina qirîza Sûriyeyê û parastina mafên tevahiya pêkhateyan li Sûriyeyê hatiye kirin.

Top