• Wednesday, 11 February 2026
logo

‘Di êrişeke asmanî de 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan’

Gulan Media February 16, 2020 Nûçe
‘Di êrişeke asmanî de 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan’
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, 8 gerîlayên PKKê li Xakurkê di êrişeke asmanî de canê xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê êrişeke asmanî ya firokeyên wî welatî li herêma Xakurkê li nav sînorê Başurê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di wê êrişê de 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Her li gor wê daxuyaniyê yek ji wan gerîlayan berpirsê ‘çalakî û sabotajan’ bûye ku bi navê ‘Harun’ tê naskirin.

Heta niha ji aliyê PKKê ve derbarê êrişa asmanî ya firokeyên Tirkiyê de zanyariyek nehatiye belavkirin.

Artêşa Tirkiyê ev heyameke bi piştevaniya firokeyên şer li herêmên Xakurk, Metîna û deverên din ku dikevin nav sînorê Başurê Kurdistanê, li dijî hêzên PKKê operasyonan birêve dibe.
Top