Ji encam hêrişa Îsrayîlê 4 efserên Îranî û sê serbazên Sûriyê hatin kuştin
Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belav kirîye, direngîya şeva burî, firokeyên Îsrayîlê hejmareka hêrişan kirin ser navçeya di navbera firokexaneya Dîmeşq a nêvdewletî û navçeya Sit Zeyneb ku ev navçeya hanê bingehên Îranî têde hene û di encam de 4 efserên Îranî û 3 serbazên Sûriyê hatin kuştin.
Ajansa Fermîya hikumeta Sûriyê belav kirîye, ku berevankarên asamnî yên artêşa Sûriyê berengarî hêrişekê bûne li bilindahîyên Golanê û karîn hejmareka mûşekan tûkbişkînin berî bigehe aramancên xwe.
