• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîrê herêma Kurdistanê û serokwezîrê Kuwêtê civiyan

Gulan Media February 15, 2020 Nûçe
Serokwezîrê herêma Kurdistanê û serokwezîrê Kuwêtê civiyan
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja duyem a konferansa asayîşa Munchenê de li gel serokwezîrê Kuwêtê civiya.

Li gor zanyariyên BasNewsê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15.02.2020ê di berdewama hevdîtinên xwe yên siyasî de li gel serokwezîrê Kuwêtê Şêx Sebah Xalid Hemdi El Sebah civiya.

Di hevdîtinê de derbarê pirsên siyasî yên dawî û pêşketinên navçeyê, Iraq û peyvendiyên navbera Kuwêt û herêma Kurdistanê hatin guftûgo kirin.

Wan du rojên derbasbûyî de serokwezîrê herêma Kurdistanê gelek hevdîtinên giring li ser serok û berpirsên gelek welatan pêkanîn.

Basnews
Top