• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hukimeta nû divê pabendî mafên destûrî yên herêma Kurdistanê be

Gulan Media February 15, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hukimeta nû divê pabendî mafên destûrî yên herêma Kurdistanê be
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewleyiyê ya 56em a Munchenê de ligel Wezîrê Bergirî yê Iraqê Necah Şemerî re civiya.

Di civînê de, pêşhateyên Iraqê û herêmê hatin nirxandin, girîngiya ewleyî û aramiyê li Iraqê hate behskirin.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî liser pêkanîna hukimeta nû ya Iraqê diyarkir, ku ligel pêkanîna hukimetek ku xwedî piştgiriyek fereh a pêkhateyên Iraqê ne.

Serokwezîrê Kurdistanê herweha anî ziman, ku Hukimeta nû divê pabendî mafên Destûrî yên herêma Kurdistanê be.

Di hevdîtinê de, liser têkoşîna dijî DAIŞê hate rawestan û giringiya hevahengiyê di navbeyna Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de jî, hate behskirin.

K24


Top