• Wednesday, 11 February 2026
logo

Konferansa Asayişê ya Munchenê serkirdeyên cîhanê kom dike

Gulan Media February 13, 2020 Nûçe
Konferansa Asayişê ya Munchenê serkirdeyên cîhanê kom dike
56emîn Konferansa Asayişê ya Munchenê sibe roja Înê 14ê Sibatê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêve diçe û heyama sê rojan berdewam dike.

Di konferansa îsal de, zêdetir ji 500 berpirsên pilebilind ên cîhanê beşdar in û behsa qeyrana niha û rokberiyên li pêş ewlehiya cîhanê di dahatûyê de tê kirin, ji wan jî nasnameya Ewropayê û metirsiyên rûbirûyî wê keşwerê dibin, gefên li ser aştiya navdewletî, krîzên ji Lîbya û teha kendava Erebî, karvedanên li ser plana Trump bo Rojhilata Navîn û guhartina keşûhewayê ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Li perawîza Konferansa Asayişê ya Munchenê çendîn hevdîtinên me bi berpirsên pilebilind ên cîhanê re dibin û behsa qurbanîdana Pêşmerge di şerê li dijî terorê û gefên berdewam ên DAIŞê dikin, ku pêwîstî bi hevahengiya zêdetir a civaka navdewletî heye, bo rûbirûbûna wan gef û metirsiyan”.

Di vê konferansê de, Serokê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, Seroka Encûmena Nûnerên Amerîka Nancy Pelosi, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas û çendîn serok, serokwezîr û wezîrên din beşdar dibin.

Ji Buhara sala 1963an ve li Munchen a Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.

K24
Top