• Wednesday, 11 February 2026
logo

Terorîstên DIŞIê pêşmergeyek şehîd kirin

Gulan Media February 13, 2020 Nûçe
Terorîstên DIŞIê pêşmergeyek şehîd kirin
du bira û bavê vî jî birîndar kirine
Şeva derbasbûyî li taxa Behar ya li bajarê Xaneqînê terorîstên DIŞIê êrîşî ser pêşmergeyek kirin û di encam de ev pêşmerge şehîd bû.

Li ser vê mijarê berpirsê şaxê 15an ya partiya demokrata Kurdistanê Cefer Şêx Mistefa ragihand ku şeva derbasbûyî li taxa Behar ya Xaneqînê terorîstên DIŞIê êrîşî ser pêşmergeyek kirine û ev pêşmerge şehîd kirine.

Şêx Mistefa eşkere kir ku dema bav û du birayên din yên vî pêşmergeyê çûna hawara birayê xwe ve ji aliyê terorîstên DIŞIê ve êrîşî ser wan hatiye kirin û di encam de bav û du birayên din yên vî pêşmergeyê birîndar bûne.
Top