PKK, bin ve piştevaniya Lahor Cengî dike ku bibe hevserokê YNKê
Li gor zanyariyên BasNewsê, vê demê PKKê bi awayekî ne rasterast kar li ser wê yekê dike ku Lahor Cengî bibe hevserokê YNKê. Sedemê serekî jî ew e Lahor Cengî li hember wê piştevaniyê xwe bêdeng kiriye li hember tevgera PKKê ya li sînorê Silêmaniyê û danîna xalên gumrikê û wergirtina bacê ji xelkê.
Endamê rêveberiya YNKê yê berê Mihemed Wetman ji BasNewsê re ragehand, li sînorê Silêmaniyê PKK kar û çalakiyên xwe hene, binkeyên xwe hene û karên xwe dikin. Gumrikên wan hene, Lahor Cengî û ew çavê xwe ji hev re digrin û li sînorê Kesk rêgirî li wan nayê kirin.’’
Herwaha got eger piştevaniya Lahor Cengî û wan bo yek nebe û çavê xwe li wan girtin nebe, PKK li Silêmaniyê nikare ti tiştekî bike.
Basnews
