• Tuesday, 10 February 2026
logo

Akar: Em ê bersiva her binpêkirina agirbestê bidin

Gulan Media February 13, 2020 Nûçe
Akar: Em ê bersiva her binpêkirina agirbestê bidin
Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar aşkere kir, ji bo pêkanîna agirbestê û mayindekirin a wê, hêzên nû rê dikin deverê. Ger çekdarên tundrew jî, agirbestê binpê bikin, ew dê hemberî wan jî bêdeng nemînin.

Ligor medyaya Tirkiyê belav kiriye Hulusî Akar destnîşankiriye ku civîna meha Cotmehê ya Wezîrên Bergirî yên NATOyê heya niha, gelek guherîn li derdora Îdlibê rû dan e. Rejîma Sûriye herçend çar agirbest hatine ragihandin jî, êrîşên xwe berdewam dike û ev êrîş dema dawî zêdetir bûn e”.

Wezîrê Bergirî yê Tirkiye anî ziman jî: “Ji bo pêkanîna agirbestê û mayindekirin a wê, em hêzên nû rêdikin deverê. Ger çekdarên tundrew jî, agirbestê binpê bikin, em dê hemberî wan jî, helwêstê bigrin û zorê hemberî wan pêkbîn in. Xalên me yên çavderiyê dê bimîn in û di çavdêriya rewşê de rolek sereke bilîzin.”

Basnews
Top