• Wednesday, 11 February 2026
logo

Iraq- Di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan da alozî rû da

Gulan Media February 12, 2020 Nûçe
Iraq- Di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan da alozî rû da
Medyaya Iraqê belav kiriye li her sê parêzgehên Bexda, Babil û Zîqarê girjî û pêkdadan di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekarîyê rûda û hejmareka xwepêşandera birîndar bûn.

Çavkanîyeke ewlekariyê li bajarê Bexdayê ji televizyona Sûmerîye Niyozê ra ragehandiye, êvara îro roja çarşemî rûbirûbûn di navbera xwepêşanderên qada Xelanî û hêzên ewlekariyê rûda.

Herwiha heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kiriye û ragihandiye: “Hêzên ewlekarîyê gulleyên pilastîkî û bomba hêsirrêj li dijî xwenîşanderan bikar anîne.”

Ji alîyek dî, çavkanîyeke din ya ewlekariyê bi Şefeq Niyoz ragehandîye, li bajarê Zîqar jî şer di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê de rûdaye û aşkera jî kiriye, ku di xwenîşandanên Bexda û Zîqar 7 xwepêşander birîndar bûne û hejmareka wan jî tuşî henase tengîyê bûne.

Di heman demê jî da li bajarê Babilî jî, hêzên ewlekarîyê bo belavkirina xwepêşanderan çekê zindî û bombên hêsirrêj li dijî xwepêşanderan bikar anîne.

Basnews
Top