• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sûriye: Daxuyaniyên Erdogan vala ne

Gulan Media February 12, 2020 Nûçe
Sûriye: Daxuyaniyên Erdogan vala ne
Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê diyar kir ku gefên rejîma Tirkiyên yên li dijî leşkerên wê, daxuyaniyên dûrî rastiyê ne.

Îro roja çarşemê 12.02.2020an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din gefa tolhildanê ji rejîma Sûriyê xwar. Derbarê pevçûnên li Îdlîbê çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê ji ajansa Sana ya girêdayî rejîmê re axivî û got: "Piştî ku rêxistinên xwe yên terorîst ku destek û çekan dide wan û wan perwerde dike, ji bo ku li dijî artêşa Sûriyê şer bikin, têk çûn û piştî ku rola wê ku wek alaveke terora navneteweyî di destê rêveberê xwe Amerîkayê de diyar bû, serokê rejîma Tirkiyê daxuyaniyên pûç û vala dan. Ev yek jî nezaniya wî diyar dike ku gefan dixwe ku wê leşkerên artêşa Sûriyê hedef bigire. Ev daxuyanî jî piştî ku artêşa wî û terorîstên wî derbeyên giran xwarin."

Di dawiyê de çavkanî wiha lê zêde kir: "Komara Sûriyê careke din piştrast dike ku hebûna hêzên Tirkiyê li ser axa wê, hebûneke ne rewa ye û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye."

Demeke ji ber operasyonên rejima Sûriyê bo ser Îdlibê di navbera hêzên rejima Sûriyê û artêşa Tirkiyê da pevçûn rû didin.

Basnews
Top